Brîtanya hisyariyan dide hemwelatiyên xwe yên ku dê serdana Kurdistan û Iraqê bikin
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Brîtanyayê daxwaz ji hemwelatiyên xwe dike ku serdana Iraq û Herêma Kurdistanê nekin.
Wezareta Derve ya Brîtanyayê di agahdarnameyekê de bo hemwelatiyên xwe daxwaz ji hemwelatiyên Brîtanyayê hat kirin ku di maweyê 14ê Adarê heta 16ê Adarê serdana Iraq û Herêma Kurdistanê nekin.
Wezareta Derve ya Brîtanyayê amaje bi bûyerên ewlekariyê yên li Iraqê dike di heyama du mehên derbasbûyî de û dibêje, dibe ku di van heyaman de li Iraqê serinca zêdetir li ser hemwelatiyên rojava û berjewendiyên wan be û her ji ber wê yekê, girîng e Brîtanî bi hişyarî miamele bikin.
Li Herêma Kurdistanê tevdîrên tund bi mebesta rêlibergirtina belavbûna Covid-19ê hatine girtin ku di wê çarçovê de bo maweyê 48 demjimêran ku 12ê şeva derbasbûyî destpê kir, qedexeya çûnûhatinê li nav bajarên Hewlêr û Silêmaniyê hat ragihandin.