TR KU SO
FB X
Cîhan

Brîtanya: Îran hewl dide Libnanê bikişîne nav şer

Admin H
Nivîskar
📅 09 hezîran 2026 17:14

PeyamaKurd - Wezîra Derve ya Brîtanyayê Yvette Cooper, îro 9ê Hezîranê ragihand ku pevçûna moşekî ya di navbera Îran û Îsraîlê de xetertirîn dem bû piştî ragihandina agirbesta li herêmê.

Cooper, got ku ew bi rêya telefonê bi Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re axiviye û jê re ragihandiye ku destpêkirina nû ya hevrikiyan ne di berjewendiya tu aliyekî de ye û pêşwaziya daxuyaniyên Îran û Îsraîlê yên rawestandina êrîşan kir.

Di pişkeke din a wê daxuyaniyê de Wezîra Derve ya Brîtanyayê da zanîn ku pir pêdivî ye rê li Îranê bê girtin da ku destê wê negihîje çekên atomî.

Li ser rewşa Libnanê jî, navborî eşkere kir ku Hizbulah bi çavdêrî û piştgiriya Îranê dixwaze Libnanê bikişîne nav şerekî nexwestî, berevajî xwesteka gelê Libnanê.

Parve bike: