TR KU SO
FB X
Cîhan

Brîtanya, Îtalya û Tirkiye li Stenbolê lutkeya sêqolî li dar dixin

Admin H
Nivîskar
📅 08 nîsan 2022 22:06

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê wezîrên berevaniyê yên Tirkiye, Îtalya û Brîtanyayê li Stenbolê lutkeyeke sêqolî li dar bixin.

Hatiye diyarkirin ku wê Wezîrê Berevaniya Îtal Lorenzo Guerini û Wezîrê Berevaniya Brîtanyayê Ben Wallace bi mazûvaniya Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar li Stenbolê bicivin.

Derbarê naveroka civînê de hatiye ragihandin ku tê çaverêkirin wezîrên berevaniya her sê welatan, di lutkeya Stenbolê de li ser pêwendiyên dualî û herêmê yên ewlehiyê de wê gotûbêjan bikin.

Parve bike: