TR KU SO
FB X
Cîhan

Brîtanya ji bo Hamasê dikeve tevgerê, Bennet kêfxwesiya xwe anî ziman

Admin H
Nivîskar
📅 19 mijdar 2021 18:35

PeyamaKurd – Medya Brîtanyayê ragihandiye ku wê ji bo xistina lîsteya terorê ya rêxistina Hamas a Filîstînê rêveberiya Brîtanya gav bavêje.

Li gorî nûçeya The Guardian û The Timesê Wezîrê Navxwe yê Brîtanyayê Priti Patel ji bo rêxistina Hamasê bixin nav lîsteya terorê dikeve tevgerê.

Di nûçeya Guardian de hatiye diyarkirin ku wê ev pêngav were wateya qedexekirina hildana ala Hamasê di çalakiyên cemawerî de.

Herwiha The Timesê daye xuyakirin ku wê Wezîrê Navxwe Priti Patel, vê biryarê li Washingtonê eşkere bike û hefteya bê jî bîne rojeva parlamentoyê.

Li aliyê din Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett jî ev nûçe bi kêfxweşî pêşwazî kir û li ser twitterê got, ‘Hamas rêxistineke terorî ye. Bi kurtî wiha ye.”

Parve bike: