TR KU SO
FB X
Cîhan

Brîtanya li Kibrisê balafirên xwe zêde dike

Admin M
Nivîskar
📅 10 nîsan 2019 00:19

PeyamaKurd- Di 4 ê nîsanê de wezîrê bergiriyê yê Kibrisê yê Rûma Savvas Angelidis û wezîrê bergiriyê yê Brîtanyayê Gavin Williamson di navbera xwe de peymanekî îmze kiribûn. Balafirên Brîtanya yên ku niha li Kibrisêne jimara wan 17 hebin ku ew jî balafirên F-35B ne. Li gor peymana 4 ê nîsanê wê ev jimara balafiran di êlûnê de derê 138 balafiran.

Balafiran wê bînin baregeha Ağroturê ku li aliyê Rûma ye. Jimara balafirên nû yên ku bînin Kibrisê 121 hebin. Li gor nûçeyên medya Rûman balafir bo operasyonên li Sûriyê û Rojhilata Navîn dê bên bikaranîn. Hem ev Peyman têkiliyên navbera Rûman û Brîtanyayê gelek xurt dike. Di mijara peymanê de wezîrê Rûman yê bergiriyê weha ragihand:

“ Stratejiya me ew e ku Rojhilatê Behra Sipî ji herêmeka şer lê heye derê û bibe herêmeka bi îstîqrar, aram, bi ewlekarî, refah û pêşkeftî.”

Wezîrê Brîtanyayê jî weha ragihand:

“Kibris hevkarek û hevalekî bi qedr û qîymet e. Me vê peymanê îmze kir ku di salên pêşiya me de, di mijara bergiriyê de, têkiliyên me xurt bin.”

Parve bike: