TR KU SO
FB X
Cîhan

Brîtanya: Pistgiriya Îranê ji bo Rusyayê zêde dibe

Ruken güler
Nivîskar
📅 12 berfanbar 2022 02:30

PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Berevaniya Brîtanyayê ve hat ragihandin ku piştgiriya Îranê ya ji bo Rusyayê, zêde dibe. Hat diyarkirin ku pêwendiyên navbera herdu welatan jî her ku diçe kûrtir dibin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê yekîneya îstîxbaratê ya ser bi Wezareta Berevaniya Brîtanyayê ve hat dayîn de hat eşkerekirin ku ji destpêka şerê navbera Rusya û Ukraynayê ve Îran bûye yek ji peydakarên herî girîng ê dabînkirina çekan a ji bo Rusyayê û hat diyarkirin ku piştgiriya Îranê ya ji bo Rusyayê jî her ku diçe zêdetir dibe.

Li gorî daxuyaniyê, Rusya dixwaze cebilxaneya ku di nav de moşekên balîstîk jî hene bi dest bixe û Rusya beranberê vê daxwaza xwe piştgiriyeke bêmînak a leşkerî û teknîkî dide Îranê û pêwendiyên herdu welatan diguherin.

Her wiha hat diyarkirin ku stoqa Rusyayê ya moşekên balîstîk ên ku dikarin serikên 500 kîloyî hilgirin û xwedî 500 kîlometir menzîl in, bi awayekî berbiçav mezin bûne û hat diyarkirin ku ger ku Rusya hinek din jî ji Îranê moşekên balîstîk bi dest bixe, dibe ku li dijî binesaziya xeternak a neteweyî ya Ukraynayê bi kar bîne.

Parve bike: