Brîtanya: Stoqa wan cebilxaneyên Rusyayê, ber bi dawî hatiye
PeyamaKurd- Li gorî ragihandina Wezareta Berevaniya Brîtyanyayê, Rusyayê stoqa xwe ya ku ji çekên Îranê pêk dihat, ji ber şerê li dijî Ukraynayê hema hema ber bi qedandinê ve biriye.
Di raporta ku ji aliyê wezaretê ve li ser şerê navbera Rusya û Ukraynayê hat parvekirin de hat diyarkirin ku ji ber di şerê li dijî Ukraynayê de stoqa Rusyayê ber bi dawî ve diçe, ji ber vê yekê dixwaze hîn zêdetir çek û cebilxane dabîn bike.
Di agahiyên ku li ser hesabê fermî yê medayaya civakî de hatin ragihandin de hat gotin ku
“Rusya, ji meha îlonê û bi vir ve ye, li dijî Ukraynayê bi sedan balafirên bêmirov ên ku ji aliyê Îranê ve tên hilberîn bi kar hanîn. Rusyayê beşeke mezina vê cebilxaneyê, li dijî hedefên leşkerî û şebekeya elektrîkê ya Ukraynayê bi kar hanî.”
Moskowê, bikaranîna balafirên bêmirov ên Îranê ku wekî kamîkaze tên zanîn, red kiribûn lê belê ji aliyê rayedarên Îranê ve hatibû diyarkirin ku ji serê vê mehê ve wan ji bo Rusyayê van kamîkazeyan dabîn kirine.