TR KU SO
FB X
Cîhan

Brîtanya û DYAyê dîsa li Hûsiyan xistin

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 15 rêbendan 2024 04:40

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Brîtanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li dijî Hûsiyên Yemenê êrîşeke din a hewayî pêk anîne.

Medyaya erebî ragihand ku êvara îro hêzên Brîtanya û DYAyê, li dijî baregehên leşkerî yên Hûsiyên Yemenê êrişeke esmanî pêk anîne. Di van ragihandinan de hate diyarkirin ku êrîş li dijî baregehên Hûsiyan ên li herêma Ced a a bajarê Hudeyede yê rojavayê Yemenê pêk hatiye.

Televîzyona El-Meyadîn ku ji Lubnanê weşanê dike ragihandibû ku frokeyên bêmirov ên DYAyê firînên keşfê kirine.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê David Cameron diyar kiribû ku ger Hûsî êrîşên xwa ranewestînin ew ê dîsa êrîşî Hûsiyain bikin.

Brîtanya û DYAyê roja Înîya çûyî li Yemenê êrîşî 16 navendên leşkerî yên Hûsiyan kiribûn.

Parve bike: