TR KU SO
FB X
Cîhan

Brîtanyayê bertekek tund ji Rûsyayê re nîsan da

Admin H
Nivîskar
📅 24 rêbendan 2022 04:35

PeyamaKurd – Hikûmeta Brîtanyayê da xuyakirin ku Rûsya hewl dide deshilatdariya Ukraynayê biguherîne û rêveberiyeke girêdayî xwe bîne ser kar.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab bertekek tund nîşanî hewldanên Rûsyayê yên dagirkirina Ukraynayê da û got, heger tiştekî wiha pêk were wê Moskow rûbirûyî dorpêçên aborî yên gelekî dijwar bibe.

Raab ji Sky Newsê re daye xuyakirin, "Heger Rûsya hewl bide Ukraynayê dagir bike û hikûmeta wê derê bixe kontrola xwe, wê encamên vê ji bo Rûsyayê cidî bin.”

Parve bike: