Brîtanyayê sîstema nû ya dijedron li Hurmizê belav kir
PeyamaKurd - Hikûmeta Brîtanyayê ragihand ku sîstemeke nû ya çekên dijedron ku xerciyeke wê ya kêm heye, di çarçoveya operasyonên xwe yên leşkerî yên li Rojhilata Navîn de belav kiriye.
Ev pêngava Londonê ji bo parastina ewlehiya deryayî û mîsogerkirina seyrûsefera keştiyên bazirganî ya li Tengava Hurmizê hate avêtin.
Li gorî daxuyaniya ku ajansa Reutersê veguhastiye, ev erkê parastinê bi budceyeke nû ya leşkerî ya bi bihayê 115 mîlyon sterlînan tê piştgirîkirin ku ev dirav bi taybetî ji bo dronên vedîtina mînan û sîstemên dijedron hatîye terxankirin.
Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê John Healey tekez kir ku ev mîsyona pirneteweyî dê li gel hevpeymanan bibe erkekî berevaniya serbixwe û xwedî bawerî.
Keştiya ‘HMS Dragon’ û hevkariya bi Parîsê re
Brîtanya bi rêya dron, balafirên şer, amûrên xwekar ên vedîtina mînan û keştiya navdar a wêranker "HMS Dragon"ê beşdarî vê erkê dibe.
Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Brîtanyayê ji bo ajansa France Pressê (AFP) diyar kir ku şandina "HMS Dragon"ê di çarçoveya plansaziya xweparastinê de ye da ku dema rewş rê bide pêbaweriya bazirganiyê xurt bikin û piştgiriya paqijkirina mînan bikin.