TR KU SO
FB X
Cîhan

Buldan: Em ê roja eskerekirina namzedê xwe ragihînin!

Admin H
Nivîskar
📅 13 rêbendan 2023 21:57

PeyamaKurd – Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan ku hefteya borî eşkere kiribû ku ew dê wekî partî bi namzedê xwe yê serokomariyê bikevin hilbijartinên Tirkiyeyê, piştî nîqaşên nav opozîsyona Tirkiyeyê careke din dubare kir ku ew dê bi namzedê xwe bikevin hilbijartinê.

Buldan îro 13ê Çile di bernameyeke li Stenbolê de derbarê mijarê de got, “Me amadekariyên xwe yên bo eşkerekirina namzedê serokomariyê temam kirine. Em ê di demên pêş de parve bikin û roja eşkerekirina namzedê xwe jî ji were ragihînin.”

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan di civîna platform û komeleyên Kurdistanî ya li Stenbolê de, girîngiya tifaqa ligel Kurdan bibîr xist û diyar kir, HDP ne xulamê ti aliyekî ye ango ne girêdayî tifaqa Milet a CHP serkêşiya wê dike û tifaqa Cumhur a deshilata AKP-MHPê ne.

Buldan got ku ew ê li ser Tifaqa Ked û Azadîyê û bi namzedê xwe yê serokomariyê bikevin hilbijartinê.

Parve bike: