Cîhan
Bûlgaristan bo Schengenê ragihand
PeyamaKurd- Ew kesên ku qedexeya wan bo welatên Shengenê hene, ji niha û pê de wê nikaribe di Bûlgaristanê de here welatên Awrûpayê.
Televîzyona netewî ya Bûlgaristanê BNT ragihand ku dewleta Bûlgaristan endamê Sîstema Zanîna Schengenê (SIS) ye û polîsê ser sînor ew berpirsiyariya ku SIS datîne, wê bê guman bînin cî.
Ew kesên ku bo çûna Bûlgaristanê bo wan astengî danîne, kesên ku qedexeya îqamê û ketina nav dewletên Schengenê bo wan hatine danîn, dê di sîstemê de xuya bikin.
Ew kesên biyanî yên ku niha li Bûlgaristanê ne û îqama wan tineye, wê ji welat bên derxistin.