TR KU SO
FB X
Cîhan

Buseyna Saban: Emê doza navdewletî li Amerîkayê vekin!

Admin H
Nivîskar
📅 26 berfanbar 2019 23:43

PeyamaKurd - Şêwirmenda siyasî û ragihandinê ya serokatiya rejîma Beşar Esed, Buseyna Şaban ragihand ku ew lêkolînê li ser dikin ku bi tawana dizîna petrola Sûrî, li dijî Amerîkayê dozeke navdewletî vekin.

Buseyna Şabandi di hevpeyvîneke ligel televizyona Meyadîn de Amerîka bi talankirin û dizîna petrola Sûriyê tawanbar kir û got, em vekirina dozeke navdewletî li dijî Amerîkayê lêkolîn dikin.

Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara vekişîna hêzên xwe ji Sûriyê dabû, herwiha biryareke din jî dabû ku beşek hêzên wan ji bo parastina petrolê li Sûriyê bimînin û dahata wê petrolê jî bi HSDê re dabeş bikin.

Serokê Sûriyê Beşar Esed jî piştî wê biryara Trump, Amerîka bi dizîna petrolê tawanbar kiribû û ragihandibû ku ew dê li Neteweyên Yekbûyî giliyê Amerîkayê bikin.

Parve bike: