Çalakvan mala serokwezîr sewitandin
PeyamaKurd – Li Sri Lankayê xwepêşandan dewam dikin û îro xwepêşandêr avêtin ser mala serokwezîrê Sri Lankayê Ranil Wickremesingh û agir berdan mala wî. Tevî qedexeya derketina derve hatiye ragihandin jî ji gelek bajaran xwepêşandêr çûn payîtexta Sri Lankayê Kolombo û alên reş di destê wan de tevdigeriyan.
Çalakvan ji barîkatên li dora serokê dewletê û badegeha wî derbas kirin lê hêzên asayîşê ji bo çalakvanan ji hev bela bikin sîlihan bera hewa dan. Xwepêşandêr ketin heya nav oda razanê ya qesra serokatiyê.
Li gor ragihandina çapemeniya wê derê; hêzên asayîşê serokê dewletê Rajapaksa birine cihekî bi ewle. Lê mala serwezîr Ranil Wickremesingh şewitandin.
Serokwezîr Ranil Wickremesingh ragihandiye ku ew amade ye da îstîfa bike û li gor ragihandina baregeha çapemeniyê ya serokwezîrtiyê; di parlementoyê de serokên partiyan civînekî lezgîn kirine. Di daxwuyaniyê de hat ragihandin ku lîderên partiyan xwestine ku serokomar û serokwezîr îstîfa bikin. Serokwezîr gotiye ku ew amade ye îstîfa bike da ji bo hukumeteka nûh rê vebe.
Berdevkê çapemeniyê yê serokwezîrtiyê Dinouk Colambage ragihandiye ku Wickremesinghe bi lîderan re axifiye û gotiye kengê ji bo avakirina hukumetekî nû amade bin, ew jî dê îstîfa bike.