TR KU SO
FB X
Cîhan

Canikli: Tirkiye û Amerîka wê dewriyê bikin!

Admin V
Nivîskar
📅 09 hezîran 2018 16:04

PeyamaKurd- Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Nurettin Canikli beşdarî civîna NATOyê bû û piştî civînê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de got ku li Minbicê hêzên Tirkiye û Amerîka wê bi hev re dewriyê bikin.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Nurettin Canikli wiha berdewam kir: Pentagon û Mattis ji bo ku pirsgirêka li Minbicê çareser bibe, bandoreke gelekî erênî kirin. Di destpêkê de ji bo YPG/HSD hinek fikrên wan yên cuda hebûn. Lê belê em gelekî xebitîn û me gelek civîn pêk anîn. Me ji wan re got ku YPG şaxekî PKKê ye û gelek delîlên ku vê destek dikin dane wan. Êdî îro em dibînin ku ew jî hêdî hêdî bawer dikin ku YPG şaxekî PKKê ye. Piştî ku ev tişt hate qebûlkirin, nexşerêya Minbicê jî derkete holê.

Parve bike: