Cîhan
Çapemeniya Îranê: Li bajarên Ahwaz, Çabahar, Rask û Bender Abbas dengê teqînan hat
PeyamaKurd – Piştî agirbesa navbera DYA û Îranê qediya, artêşa DYAyê êrîşên xwe yên ser Îranê dewam dike.
Çapemeniya Îranê ragihandiye ku li eyaleta Huzistanê li bajarê Ahwazê, li seyaleta Sîstan-Belûcistanê li bajarên Çabahar û Raskê, li eyaleta Hurmuzganê li bajarê Bender Abbasê dengê teqînan hatiye. Li Ahwazê herî kêm dengê 4 teqînan hatiye.
Parêzgeha Hurmuzganê ragihandiye ku seet di 22,45an de dest bi êrîşên ser Bender Abbasê kirine û çend fuze li bajêr ketine.
Parêzgehê ragihandiye ku dê paşî li ser êrîşan agahiyan bide.