Cîhan
Car din êrîs: 12 kes mirin
PeyamaKurd- Li welatê Afxanistanê li bajarê Belhê li navçeya Zariyê, Talîbanê êrîş bir ser hêzên ewlekariyê û di encamê de 12 kes hatin kuştin. Rêvebirê asayîşa Belhê Mûhammed Ecmal Faîz ragihand ku berya du rojan di navbera wan de şer derketiye.
Faîz got ku 12 kesên asayîşê hatine kuştin lê ji Talîbane jî 40 kes hatine kuştin. Talîban dixwaze herî kêm qezayekî Belhê bixe dest lê Faîz dibêje dê nikaribin biser bikevin.
Heya niha Talîbanê ti agahî nedaye çapemeniyê.