Cîhan
Çar fermandarên siiyan hatin kustin!
PeyamaKurd- Hêzên hewayî yên di bin serokatiya Siûdî Erebîstanê de êrîşeke giran li ser Husiyan kirin. Di encama êrîşê de 4 giregirên Husiyan hatin kuştin. Husî ji aliyê Îranê ve têne piştgirîkirin.
Di derbarê bûyerê de ji Artêşa Yemenê ji Herêma leşkerî ya 7emîn daxuyaniyeke nivîskî hat. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Balafirên şêrr yên koalîsyonê li navçeya Nehemê ya Sanayê, di dema civîna giregirên Husiyan de, êrîşeke hewayî bire ser wan. Di encamê de 4 fermandarên Husiyan û gelek muhafizên wan jî hatin kuştin.
Di nava fermandarên kuştî de fermandarê Husiyan yê bi navê Yasîr Amîr jî heye. Her sêyê dî jî berpirsên bajarê Sadayê bûn ku Sada wekî Kelha Husiyan tê qebûlkirin.