TR KU SO
FB X
Cîhan

Çarçoveyasa li Parlamentoya Tirkiyê ye: Demirtaş spasiya Serokê HUDA PARê kir

Admin H
Nivîskar
📅 10 tebax 2026 10:00

PeyamaKurd - Biryar e projeyasaya çarçoveye îro li Meclîsa Tirkiyê were gotûbêjkirin û dengdan li ser bê kirin. Beriya ku pêşniyara yasayê li parlamentoyê were nîqaşkirin Selahattîn Demirtaş û Dr. Selçûk Mizrakli ku li Girtîgeha Edirneyê dimînin nameyek ji Parlamentoya Tirkiyê re şandin û piştevaniya xwe diyar kirin.

Di peyama Demirtaş û Mizrakrli ya bi awayê hevpar ji bo Civata Giştî ya Parlamentoyê şandin de, herduyan piştgiriya xwe ji bo hewldanên aştî û reformên demokratîk anîn ziman. Herwiha spasiya aliyên ku piştgiriya pêşniyaryasayê kirine hate kirin.

Di peyamê de hat diyar kirin ku ev pêvajo ne bazareke e, hewldaneke dîrokî ye ji bo xurtkirina biratiya hezar salan û aramiya 86 milyon welatiyan. Demirtaş û Mizrakli tekez kirin ku divê ji ber encamên şerê 40 salan xebatên aştiyê bi nermî û bi xêra hemû aliyan werin meşandin da ku tu alî hesta windakirinê nejî.

Demirtaş û Mizrakli spasiya xwe taybet ji bo Serokomarê Tirkiyeyê, Devlet Bahçelî û Abdullah Ocalan kirin û di heman demê de spasiya lîderên opozîsyonê û partiyên siyasiyên wekî Numan Kurtulmuş, Ozgur Ozel, Mahmut Arikan, Ali Babacan, Ahmet Davutoglu, Erkan Baş, Seyit Aslan, Kemal Kılıçdaroglu û Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapıcıoglu kirin.

Di peyamê de piştgirî bo xebatên DEM Partiyê jî hat dayîn û hêvî hat xwestin ku ev yasa bibe sedema xêr û aramiyê.

Parve bike: