TR KU SO
FB X
Cîhan

Çavusoglu: Amerîka çi dike bila bike, me kirî û çû...

Admin H
Nivîskar
📅 24 hezîran 2019 19:07

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, di civîna hevbeş a ligel hemkarê xwe yê welatê Rûandayê Dr. Richard Sezibera de bersiv da dorpêçên muhtemel ên ku Amerîka ji bo kirîna S-400an li ser Tirkiyê bisepîne.

Çavuşoglu derbarê kirîna pergalên parastina esmanî yên rûsî wiha got: “Her çi biryara dorpêçan dibe bila bibe, ji Amerîkayê çi daxuyanî bên bila bên, me S-400 kirîne.”

Wezîrê Tirk herwiha destnîşan kir ku ew bi helwesta Amerîkayê tênagihin û diyar kir, Tirkiye welatekî azad û serbixwe ye û ne welatekî ku bi fermana Amerîkayê berhemekê bikiriye.

Çavuşoglu bal kişand ser ku dê Erdogan û Trump li ser mijarê li lûtkeya G-20an biaxivin, lê wekî her car dîsa dengên cuda ji Amerîkayê derdikevin.

Parve bike: