Çavusoglu: Em dixwazin koçberan bisînin cihên di bin kontrola Hikûmeta Sûriyê de jî
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser vegera koçberên Sûrî ji Tirkiye diyar kir, ew di vê mijarê de bi biryar in û got, “Ne tenê ji bo cihên ewle, em dixwazin koçberan bişînin cihên di bin kontrola Hikûmeta Sûriyê de jî.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu do Înê 26ê Gulana 2023an di medya Tirkiyê de beşdarî weşana zîndî bû û di çarçoveya hilbijartina 28ê Gulanê de qala polîtîkaya xwe ya li ser koçberên Sûrî kir.
Çavuşoglu eşkere kir, di hilbijartinan de rojevkirina koçberên li Tirkiye ne rast e, lê mijar li hemû cîhanî pirseke girîng e. Çavuşoglu da zanîn, “Krîza li Sûriyê pirsgirêkeke gelekî girîng e. Pirsa koçberan li hemû welatên cîhanê gelekî girîng e. Ezmûneke ku mirovatî û hemû welat rûbirû mane. Wiha xûya ye wê ev pirsgirêk li cîhanê her biçe zêdetir jî bibe. Dive ev pirsgirêk baş bê birêvebirin.”