Çavusoglu: Em li qadê jî li ser masê jî çi pêwîst be dikin
PeyamaKurd – Wezîr Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku ew li Idlibê bi biryar in êrîşkariya rejîma Sûriyê rawestînin û agirbestê dabîn bikin û daxwaza piştgiriya ji endamên NATOyê dubare kir.
Çavuşoglu piştî êrîşa kuştina leşkerên tirk li Idlibê li Doha ya Qeterê got, hem li qadê hem jî li ser masê çi pêwîst be ew dikin û herwiha bi Rûsyayê re jî hevdîtinan didomînin.
Wezîrê Tirk da zanîn ku dê Erdogan û Pûtîn serê meha Adarê hevdîtinekê bikin û got, “Divê Rûsyaya ku bi eşkere destekê dide rejîmê êrîşkariya wê rawestîne. Heger neraswestîne dê 3 milyon mirov bi ser me de werin. Heta niha me ev bar bi tena serê xwe hilgirt. Ewropayê qismen karî soza xwe bicih bîne.”
Çavuşoglu herwiha dubare piştgiriya NATOyê ya parastina asmanê Tirkiyê xwest û diyar kir, “Niha pêdiviya me bi pergalên parastina asmanî heye. Çi pêwîst be em dikin, lê pêdiviya me jî eşkere ye.”