TR KU SO
FB X
Cîhan

Çavusoglu: Pêwîste opozîsyon û Sam li ser nexserêyekê li hev bikin

Admin H
Nivîskar
📅 23 cotmeh 2022 20:05

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu serdana bajarê Hatay ê hevsînorê Sûriyê kir û ragihand, ew piştevaniya yekparçebûna sînor û erda Sûriyê dikin.

Çavuşoglu di axaftina xwe ya bernameyeke li Hatayê de got, “Heger ne ji me bûya, wê niha Libya jî wekî Sûriyê bibûya. Em piştevaniya yekparçebûna sînor û xaka Sûriyê dikin. Ji bo vê jî ji niha û şûnde çi pêwîst be em ê bikin.”

Wezîrê Tirk herwiha got, “Em hay jê hene ku bi taybet ji bo parçekirina Sûriyê alîkarî bo PKK/YPG/PYDê tê dayîn û ji bo rê li ber vê bigirin jî em her cûre tedbîran distînin û em ê bistînin.”

Çavuşoglu car din daxwaza lihevkirina rejîm û opozîsyona Sûriyê anî ziman û diyar kir, “Em dibêjin, di çarçoveya biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) de, divê opozîsyon û rejîm li ser nexşerêyekê li hev bikin. Yên ji vê aciz in hene. Ma çareyeke din heye? Yanî ma bila şerê naxwe 50 salan berdewam bike? Pêwîste ji bo yekbûna milî ya Sûriyê rejîm û opozîsyona nermrê bigihin rêkeftinekê. Encex wiha yekbûna Sûriyê pêk were û em jî bi awayekî ewle Sûriyan bişînin.”

Parve bike: