Çavusoglu: "PKK ji bo Hewlêrê jî tehdîdeke cidî ye"
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îdîa kir ku "nexşerêya Minbicê" ku Tirkiye û Amerîkayê li ser li hev kirin, bi rêk û pêk dimeşe û wiha got, "Heta niha nexşerê bêyî pirsgirêk tê cîbicîkirin. Em jî vê yekê dixwazin."
Çavuşoglu beşdarî weşana zindî ya A Haberê bû, rojev nirxand û bersiv da pirsan.
Ji bo pirsa gelo di operasyona dijî Qendîlê de çi roleke Îran an jî Iraqê heye an na, Çavuşoglu wiha axivî:
"Heta niha çi roleke Îran an jî Iraqê tuneye. Ji Îranê daxuyaniyek hat, lêbelê pileya wê nizim bû. Di rastiyê de ev pêkhateya li vê derê, ji bo ewlekariya neteweyî û ewlekariya sînorî ya Îranê jî rîsk û tehdîdeke mezin e. Jixwe ji bo Iraqê jî wisa ye. DEAŞ çi be PKK jî ew e. Rêveberiya Bexdayê jî bi vê yekê beled e, rêveberiya Hewlêrê jî. Ez dibêjim Hewlêr, lê qesda min ne YNK û Gorana li Silêmaniyê ne. Jixwe ew û PKK hevkarê hev in û berdêla wê jî didin. Bi xwe jî vê yekê tînin ziman. Gotin, 'Di nava partiya me da hinekan alîkarî da van. Îja ev jî rabûn û zextê li partiya me dikin û hewl didin partiya me bi rê va bibin'."
Çavuşoglu îdîa kir ku PKKê beriya niha zexta ku li ser Kurdên Tirkiyeyê ava kiribû, niha jî dixwaze li herêma Silêmaniyê ava bike û wiha dewam kir, "Hin partiyên Kuran ên wê derê jî mixabin alîkariya vê yekê kirin, destûr dan wan ku dakevin nava bajaran."
Çavuşoglu bal kişand ku di komxebata Tirkiye û Amerîkayê da Tirkiye, Amerîka, Bexda û Hewlêr dê li dijî PKK û rêveberên wê bi hev ra bixebitin û wiha cih da îdîayên xwe "PKK hem ji bo Hewlêrê hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo Bexdayê tehdîdeke cidî ye."
Çavuşoglu herî dawîn jî îdîa kir ku dagirkeriya ber bi Qendîlê ve pêşda diçe.