TR KU SO
FB X
Cîhan

Çavûsoglu: Rûsya di Payîzê de sîstema S-400 radestî me dike

Admin H
Nivîskar
📅 02 adar 2019 20:30

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu ragehand ku, Rûsya sîstema S-400 peyîza sala 2019an radestî Tirkiyê dike.

Di çarçoveya hevdîtineka xwe de li gel kenala 26 a navxweyî Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu ragehand ku, em nikarin zêdeyî vê demê bimînin, welatê me di metirsiyê de ye.

Mevlût Çavûşoglu aşkere kir ku, biryare Rûsya sîstema S-400 peyîza sala 2019an radestî Tirkiyê bike.

Di sala 2017an de Tirkiyê li gor rêkeftinekê sîstema Mûşekên S-400 ji Rûsyayê kirî.

Parve bike: