Cîhan
Çavusoglu û Pompeo wê di 4ê Hezîranê de bicivin
Peyamakurd - Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mîke Pompeo wê di 4ê Hezîranê de li Washingtonê bicivin.
Li gor agahiyên medyaya Tirkiyê Çavuşoglu û Pompeo wê li Washingtona paytextê Amerîkayê di 4ê Hezîranê de bicivin.
Li gor agahiyan tê texmînkirin ku Pompeo û Çavuşoglu li ser geşedanên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê, têkiliyên dualî biaxivin.
Çavuşoglu û Pompeo 27ê Nîsanê li Brukselê dema Civîna Wezîrên Karên Derve ya NATOyê de civiyabûn.