Çekdarên pistevanê Tirkiyê pev çûn: 3 kustî, 5 birîndar
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li gundewarê bajarê Babê yê Sûriyê çekdarên Tirkiye piştevaniya wan dike pev çûn. Di pevçûna çekan da hejmarek çekdar hatin kuştin û birîndar kirin.
Li gorî zanyariyên xwecihî, li gundê Cib Nasan ê bajarê Babê derengiya şevê di navbera çekdarên koma ’Ceyş El Mecid’ û koma ’Ehrar El Şerqiye’ de şer derket. Hate diyar kirin ku di encama vî şerî de çekdarek hatiye kuştin û 2 jî birîndar bûne.
Dîsa li gundê Tiwêş ê bajarê Mari yê bakurê Helebê fermandarên koma El Hemzat li ser desthilatê bi hev ketin û 2 kes hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyan li sûka bajarokê Tadifê yê gundewarê Babê jî çekdarên koma ’Feyleq El Şam’ û ’Al Hezûrî’ yên girêdayî artêşa Tirkiyê bi hev ketine û alozî di nav wan de jî didome.
Herwiha çavkaniyan daye xuyakirin, li gundê Kefer Cenê yê navçeya Şera ya Efrînê jî liv û tevgerke zêde ya çekdarên ’Firqeya 50’an’ û’Cebha El Şamiya’ heye. Koma ’Cebha El Şamiya’ karwaneke leşkerî ya mezin ji gundewarê Ezazê ber bi gundê Kefer Cenê ve şandiye ku egere aloziyeke nû li wê herêmê jî heye.