TR KU SO
FB X
Cîhan

Çekya: Dibe ku li Ewropayê, parçebûnên nû çêbibin

Ruken güler
Nivîskar
📅 22 adar 2023 19:00

PeyamaKurd- Serokomarê Çekyayê Petr Pavel, di serdana xwe ya Almanyayê de daxuyaniyek da û diyar kir ku piştî Şerê navbera Rusya û Ukraynayê, dibe ku li Ewropayê parçebûneke nû çêbibe.

Pavel, di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de li Berlînê ligel hevtayê xwe yê Alman Frank Walter Steinmeier axivî û got ku “Welatên Ewropaya Navîn û Rojhilat, bi piştgiriya çalak a Ukraynayê ya li dijî Rusyayê, bixwebaweriyê bi dest xistine.

Petr Pavel tekez kir ku welatên Ewropaya Navîn û Rojhilat bi hêzên kevneşopî yên Ewropayê re hevrikiyê nakin û hişyar kir ku piştî şerê Rusya û Ukraynayê, dibe ku li Ewropayê parçebûneke nû çêbibe û got, "Divê em yekîtiya Ewropayê hîn xurtir bikin."

Pavel amaje bi wê yekê kir ku hevgirtineke bihêztir di navbera welatên Yekîtiya Ewropayê de ne tenê li dijî planên Rusyayê, lê her wiha li dijî bandora Çînê jî ku xwediyê duyemîn aboriya herî mezin a cîhanê ye, pêwîst e.

Rêberê Çekyayê Pavel diyar kir ku Almanyaya ku aboriya herî mezin a YEyê ye, ji bo ewlehî û parastina Ewropayê divê zêdetir berpirsyariya xwe bigire ser milên xwe û li ser şerê Ukraynayê jî got, "Ez bawer dikim ku Almanya di gelek waran de dikare taybetmendiyên xwe yên rêbertiyê nîşan bide." 

Parve bike: