Cîhan
Çekya û Letonya bera dîplomatên Rûsya didin
Piştî krîza navbera Rûsya û Brîtanyayê ku sîxurê dualî yê Rûsya û Brîtanyayê Sergei Skripal û keça wî li Brîtanyayê ji aliyê Rûsya de bi xaza jehrê hatin kuştin, her diçe mijar mezin dibe.
Yekîtiya Awrûpayê gazî balyozê xwe yê Moskovayê kiriye da bi hev şêwrê bikin. Piştî YA yê herî dawiyê Letonya û Çekya ragihandin ku wê dîplomatên Rûsyayê yên li welatên wan derxin derveyê welatên xwe.
Ragihandinên her dû welatan hêj nehatine cî lê wê di rojên pêşiya me de her tişt bêhtir zelal bibe.