TR KU SO
FB X
Cîhan

Cenazê serokê Eniya Selametê ya Îslamî (FIS) hat definkirin

Admin M
Nivîskar
📅 28 nîsan 2019 03:32

PeyamaKurd- Serokê Eniya Selametê ya Îslamî (FIS) Abbasî Medenî li payîtexta Qatarê li Dohayê wefat kir. Cenazê Medenî ji Dohayê birin balafirgeha Cezayîrê ya navdewletî. Cenaze ji aliyê malbata wî de teslîm hat sitendin û birin mala wî.

Di cenaze de gelek kes û hevalên wî yên berê di FIS ê de xebatê dikirin amade bûn. Piştî limejê cenaze rakirin bo goristana Sîdî Muhammed û li wê derê definkirin.

Parve bike: