Cengîz Çandar, bû namzedê parlamenteriya wê partiyê
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, rojnamevan Cengîz Çandar, pêşniyaza namzediya parlamenteriyê ya Partiya Çep a Keskan qebûl kir.
Rêveberiya HDPê biryar da ku ji bo Cengîz Çandar ê ku ev demeke li Swêdê dijî û li Zanîngeha Stockholmê dixebitî, namzediya parlamenteriyê pêşniyaz bike.
Cengîz Çandar, li ser vê yekê daxuyaniyek da û wiha got,
"Pêşniyaz, ji bo min rûmet e. Min ji nîvî zêdetirê jiyana xwe ji bo yekîtiya wekhev û azad a Tirk û Kurdan û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd derbas kiriye. Armanca me, Tirkiyeya Demokratîk e. Em ê bi hev re bi ser bikevin."
"Ez gelek bi rûmet û gelek kêfxweş im"
Ev biryar ji aliyê Komîsyona Namzediyê ya Partiya Çep a Kesk ve ji Çandar re hat ragihandin. Çandar ku di heman demê de bi pirtûk, hevpeyvîn û gotarên xwe yên li ser pirsgirêka Kurd tê naskirin, ev pêşniyaz qebûl kir.
Cengîz Çandar, pirsa li ser pêşniyaza namzetiyê wiha bersivand:
“Dema ku min pêşniyaza namzetiyê ji rêveberiya HDP/YSPê wergirt, ez gelek bi rûmet û gelek kêfxweş bûm. Min zêdetirî nîvê jiyana xwe ji bo bihevrejiyana wekhev û azad a Tirkiye, Tirk û Kurd û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd derbas kiriye. Ez bi kelecan im ku hemû hêz û ezmûna xwe têxim xizmeta gelê me. Em li ber serdemeke dîrokî ne. Armanca me, Tirkiyeya Demokratîk e. Em ê bi hev re bi ser bikevin.”