TR KU SO
FB X
Cîhan

CENTCOM: 14 fuzeyên Hûsiyan ên li ber avêtinê bûn hatin têkdan

Admin H
Nivîskar
📅 18 rêbendan 2024 16:43

PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di çarçoveya hewldanên parastina seyrusefera keştiyên bazirganî li Deryaya Sor û Kendava Edenê, 14 fuzeyên Hûsiyên Yemenê yên Îran piştevana wan e, hatin têkdan ku li ber avêtinê bûn û gef li ser keştiyan çêdikirin.

CENTCOMê ragihandiye, şeva borî li demjimêr 23:59an, 14 moşekên Hûsiyan ên bo avêtinê hatibûn amadekirin û gef li ser keştiyên hêzên deryavaniya Amerîkayê çêdikirin, beriya bên pekandin hatin têkdan.

Hate diyarkirin ku dê ev yek, hêza Hûsiyan a êrîşkirina ser keştiyan li Derya Sor, Kendava Bab-el-Mendeb û Kendava Edenê lawaz bike.

General Michael Erik Kurilla ragihandiye ku ew dê ji bo parastina keştîvanên bêguhen û ewlehiya seyruseferê di erka xwe de berdewam bin.

Parve bike: