CENTCOM: Ji bilî şerê dijî Îranê tu vebijarkek nîne
PeyamaKurd - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) banga destpêkirina şerê li dijî Îranê kir û got: “Tu vebijarkeke din nîne ji bilî destpêkirina şer li dijî Îranê.”
Kanala 13 a Îsraîlê veguhest ku Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) Amîral Brad Cooper di serdana xwe ya ji bo Tel Avîvê de û di hevdîtina xwe ya li gel Serokerkanê Giştî û fermandarên bilind ên artêşa Îsraîlê de ragihandiye ku ti vebijarkeke din li pêşiya Washingtonê tune ye ji bilî destpêkirina şerê li dijî Îranê.
Amîral Brad Cooper ragihandiye ku lêdana jêrxana stratejîk a Îranê ku kerta neft, gaz û elektrîkê jî di nav de, dê hevsengiyê biguherîne. Cooper gotiye, Tehran bêyî zextên bi vî rengî yên tund helwestên xwe naguhere.
Amîral Brad Cooper bal kişandiye ser wê yekê ku di egera serhildana dubare ya pevçûnan de, dê Amerîka pêwîstî bi hevkarî û pêkanîna êrîşên hevbeş li gel Îsraîlê hebe.