TR KU SO
FB X
Cîhan

CENTCOM: Mê berpirsekî bilind ê DAIŞê li Sûriyê kuşt

Admin H
Nivîskar
📅 24 hezîran 2026 18:06

PeyamaKurd - Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di 19ê Hezîranê de li bakurê rojavayê Sûriyeyê êrîşeke encama êrîşeke asmanî de berpirsekî payebilind ê rêxistina terorîst DAIŞê yê bi navê Elî Hisên El Elawî hatiye kuştin.

Di daxuyaniya CENTCOMê de hate gotin ku ev operasyon beşek ji hewldanên berdewam ên Amerîkayê ye ji bo têkbirina çalakiyên terorîstî û armankirina endamên ku dixwazin êrîşan li dijî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û berjewendiyên wê yên li hûndir û derveyî welêt plan bikin e.

Hate diyarkirin ku ew dê hevkarîya bi hevalbendên herêmî re di şerê li dijî DAIŞê de dewam bikin.

Fermandarê CENTCOMê Admîral Brad Cooper got: "CENTCOM û hevkarên wê ji bo jiholêrakirina bermahiyên DAIŞê û misogerkirina têkçûna wê ya dawî pabend in û em ê ji bo parastina DYAyê, hêzên xwe yên çekdar, hevalbend û hevkarên xwe li herêmê karê xwe bidomînin."

Parve bike: