CENTCOM: “Me di şeva 5an de li ser ser hev êrîşan bir ser Îranê”
PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Nevendî ya artêşa Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di şeva 5an ya êrîşên ser Îranê de, li ser hev êrîşan kirine ser Îranê. Di daxwuyaniya CENTCOMê de hat gotin ku hedefa wan qelskirina şiyanên leşkerî yên Îranê ne.
CENTCOM ê got ku roja Pênşemê bi wexta Rojhilat seet di 14.00an de ku bi wexta Hewlêrê dike 21.00, êrîşên DYAyê yên ser Îranê destpêkirine û weha dewam dike:
“Di şeva 5an de, me dest bi pêlên êrîşan yên ser Îranê kir. Hedefa me şiyanên leşkerî yên Îranê ku bêhtir qesl bikin û kêm bikin.”
CENTCOMê ragihand ku ew li gelek hedefên leşkerî yên Îranê xistine, armanceka wan jî kêmkirina şiyanên artêşa Îranê yên ser keştiyên bazirganî yên di Tengava Hurmizê de ne.
Medya Îranê ragihihîne ku li bajarê Ahwazê nexweşxanekî ku nexweşên seretanê tê de dihatin dermankirin vala kirine ku nexweş zarok bûn e.
Mamosteyekî ji Ahwazê ragihandiye ku êrîşên Amerîkayê gelek xwurt bûne; destên wî lerizîne û herî kêm li Ahwazê 11 an 12 teqîn çêbûne.