CENTCOM: Mirina Elî Riza Tengsîrî herêmê ewletir dike
PeyamaKurd - Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê CENTCOM ragihand ku piştî operasyonên serbazî şiyana deryayî ya Îranê bi piranî têk çûye û bang li endamên deryavaniya Îranê kir ku dest ji erkê xwe berdin.
Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Admiral Brad Cooper, bi daxuyaniyekê ragihand ku mirina fermandarê Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdarên Îranê Elî Riza Tengsîrî di encama êrîşeke esmanî ya Îsraîlê de, herêmê dike cihekî ewletir.
Cooper destnîşan kir ku di dema fermandariya heşt salan a Tengsîrî de, hêzên deryavaniya Îranê bi hezaran deryavanên sivîl tacîz kirine, bi sedan keştî bi dron û moşekan hedef girtine û bûne sedema mirina gelek sivîlan.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di çarçoveya "Operasyona Hêrsa Destanî" de, 92% ji keştiyên mezin ên Hêzên Deryayî yên Îranê hatine tunekirin. CENTCOMê destnîşan kir ku bi windakirina lîderê xwe yê demdirêj, deryavaniya Îranê ketiye pêvajoyeke hilweşînê ya veneger û êdî şiyana wan a projeyên hêzê li Rojhilata Navîn nemaye. Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû îraniyan hat kirin ku ji bo parastina jiyana xwe, demildest postên xwe yên di nav hêzên Îranê de biterikînin û vegerin malên xwe.