Cîhan
CENTCOM: Rêyên 127 keştiyên ku ber bi Îranê ve diçûn hatin guhertin
PeyamaKurd - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di çarçoveya dorpêça deryayî ya li dijî Îranê de rêyên 127 keştiyan hatine guhertin.
CENTCOM ev daxuyanî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da.
Di postê de hat gotin ku heta 31ê Gulanê, rêyên 127 keştiyên bazirganî yên ku hewl didan bikevin an jî ji benderên Îranê derkevin, di çarçoveya dorpêça deryayî ya li dijî Îranê de hatine guhertin.
DYA ji 13ê Nîsanê ve dorpêça deryayî ya li dijî Îranê pêk tîne.
Di vê navberê de, doh (Pêncşem, 4ê Hezîrana 2026an), Meclîsa Nûneran a DYAyê pêşnûmeyek nû pejirand ku desthilatên Serok Donald Trump sînordar dike da ku rê li ber wî bigire ku bêyî şêwirîna Kongreyê pevçûnên leşkerî yên li dijî Îranê bidomîne.