TR KU SO
FB X
Cîhan

Cezayê îdamê dan 300 endamên ÎSÎDê

Z. Brîndar
Nivîskar
📅 19 nîsan 2018 01:00

Dadgehên Iraqê cezayê şeniqandinê dan 300 endamên ÎŞÎDê. Ji derveyî wan 300 endaman, nêzîkî 600 endamên ÎŞÎDê jî bi cezayên giran hatin mehkûmkirin.

Dadgehên Bexda û Mûsilê di derbarê endamên ÎŞÎDê de biryara xwe dan. Dadgeha Bexdayê 97 endamên ÎŞÎDê, ku piranîya wan biyanî ne, bi cezayê şeniqandinê mehkûm kir û ji bo 185 kesan jî cezayê girtina heta bi mirinê da.

Dadgeha bajarê Mûsilê jî cezayê şeniqandinê da 212 endamên ÎŞÎDê û 341 kes jî bi cezayê heta bi mirinê hatin darizandin, wê heta bi mirina xwe di dirtîxanê de bin.

Rayedarên Iraqê di vê derbarê de agahdarî dan ajansa AFP û da zanîn ku kesên ceza girtine gelek ji wan jin in û hemwelatîyên Rûsya û Tirkîyê ne.  

Z.B

 

Parve bike: