TR KU SO
FB X
Cîhan

Charles de Gaulle li Deryaya Sor e: Fransa û Brîtanya ji bo Hurmizê amade ne

Admin H
Nivîskar
📅 06 gulan 2026 20:00

PeyamaKurd - Fransa û Brîtanya ji bo parastina azadiya seyrûsefera deryayî ya li herêmê û bi taybetî li Tengava Hurmizê, amadekariyên operasyoneke nû ya navdewletî dikin.

Di vê çarçoveyê de koma keştiyên şer a bi serkêşiya balafirhilgira Fransî Charles de Gaulle, ji Kanala Suweyşê derbas bû û ber bi başûrê Deryaya Sor ve bi rê ket.

Piştgiriya ji bo Ewlehiya Deryayî

Wezareta Hêzên Çekdar a Fransayê ragihand ku şandina Charles de Gaulle beşek e ji destpêşxeriya pirneteweyî ya ji bo ewlehiya deryayî.

Ev mîsyon bi hevkarîya Brîtanya û welatên din tê meşandin daku rewşa operasyonel a li herêmê were nirxandin û li dijî krîzan vebijarkên nû werin afirandin. Hate diyarkirin ku ev liv û tevger ji operasyonên leşkerî yên niha yên li herêmê cuda ye û armanca wê ya sereke parastina rêyên bazirganiyê ye.

Hevkariya Fransa û Brîtanyayê

Ev pêngav piştî lûtkeya navdewletî ya 17ê Nîsanê ku li Parîsê bi beşdariya 51 welatan hatibû lidarxistin, hate avêtin. Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer gotibû ku ew û Fransa dê serkêşiya mîsyoneke parastinê bikin.

Starmer destnîşan kir ku ev hewldan tenê ji bo "parastinê" ye û dê girîngiyê bide ewlekirina trafîka deryayî ya bazirganî û paqijkirina mayînên deryayî.

Hêjayî gotinê ye, bi vê pêngavê re welatên Ewropî dixwazin di ewlehiya Tengava Hurmizê de roleke çalaktir bilîzin.

Parve bike: