Cîhan
CHP: Heke em bira ne, bila PYD cîranê me be...
PeyamaKurd – Parlamentarê Partiya Komariya Gel (CHP) yê bajarê Çanakkaleyê Muharrem Erkek li bajarê Bakurê Kurdistanê Mêrdînê di civîneke rojnamevanî ya digel parlamentarên partiya xwe de, da xuyakirin: “Heke em bira ne, li şûna hinekên din li sînorê me bin, bila PYD be. Li gor me ti xeteriyek di vê de nîne.”
Erkek got ku li Tirkiyê demokrasî hatiye hilawistin û mebesta wan pêkanîna demokrasiya asta herî bilind e.
Parlamentarê CHPê di berdewamê de bal kişand ser ku di danezana partiya wan de behsa Sûriye û Iraqê jî dikin û destnîşan kir, “Heke em bira ne, li şûna hinekên din bila PYD li sînorê me be. Li gor me ti xeteriyek di vê de nîne.”