TR KU SO
FB X
Cîhan

CIA: Çînê WHO tehdît kir û nehist rewsa awarte bê ragihandin

Admin H
Nivîskar
📅 13 gulan 2020 21:48

PeyamaKurd - Ajansa Îstîxbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) di raporeke xwe de li ser belavbûna vîrusa koronayê ragihand ku Çînê di demeke zû ya belavbûna vîrusê de rê li ber ragihandina rewşa awarte li cîhanê girtiye.

Li gorî Kovara Newsweek a Amerîkî, Ajansa Îstîxbaratêa Navendî ya Amerîkayê (CIA) bi raporekê eşkere kir ku, ji bo bêhtir alîkariya tenduristî bi dest bixe, Çînê gef li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) xwariye û nehiştiye zû rewşa awarte bi sedema vîrûsê ragihîne.

D raporê de tê gotin, Çînê gef li rêxistinê xwariye ku alîkariyên bo WHOyê rawestîne.

Parve bike: