Cîhan
CIAyê hişyarî da Trump: Dibe ku Îran pabendî sozên xwe nebe
Malpera nûçeyan a Axiosê ragihand ku Rêveberê Saziya Sîxuriya Navendî ya Amerîkayê (CIA) John Ratcliffe ji Serok Donald Trump û berpirsên din ên payebilind re eşkere kiriye ku li gor belgeyên ji aliyê ajansên ewlehiyê ve hatine komkirin, şik û gumanên pir cidî li ser amadebûna paşmawiyên rejîma Îranê ya ji bo erêkirin û bicihkirina sozên nukleerî hene.
Axiosê di rapora xwe de destnîşan kir ku Ratcliffe di tîma Trump de, ne bi tenê ye ku li dijî vê ihevkirinê ye.
Hate diyarkirin ku Wezîrê Derve Marco Rubio û Wezîrê Berevaniyê Pete Hegseth jî dîtinên xwe yên rexneyî anîne ziman û bi taybetî li ser xalên girêdayî bernameya nukleerî ya di reşnivîsa peymanê de nîgeraniyên xwe yên kûr nîşan dane.
PeyamaKurd - Li aliyê din rapora Axiosê ronahî dixe ser wê yekê ku di hundirê rêveberiya nû ya Washingtonê de eniyeke bihêz jî piştgiriya vê rêkeftina dîrokî dike. Di nav vê eniyê de Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance, Steve Witkoff û şêwirmendê berê yê Trump Jared Kushner cih digirin ku bi her awayî piştevanî li lihevkirinê û pêngavên dîplomatîk dikin.