Cîhan
Cîhadiyên Idlibê dest bi înfazên navxwe kirin
PeyamaKurd – Komên cîhadî yên li dorûbera parêzgeha Idlib a Sûriyê, di nav xwe de dest bi înfazan kirin.
Hat zanîn ku hefteya borî li navenda Idlibê piştî sûîqestên dijî fermandarên payebilindên cîhadî 2 kes bi tohmeta wan êrîşan hatine înfazkirin.
Rêxistina Heyet Tehrîr Şam (El Nûsraya berê) ku li Idlibê rêxistina herî bi hêz a cîhadî ye, li ser hesabên xwe yên medya civakî ragihand ku li devera Jisr al-Shughur a rojavayê Idlibê bi hinceta ku bi otomobîlên bombebarkirî sûîqest li fermandarên wan kirine, 2 kes îdam kirin.