Çîn 60 hezar leskerên xwe xistiye ser sînor
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku Çînê 60 hezar leşkerên xwe xistiye ser sînirê xwe û Hindistanê. Pompeo, bo Fox News ê ragihandiye 3 endamên îttîfaqa li hemberê Çînê Awûstralya, Hindistan û Japonya di bin tehdîa Partiya Komunîsta Çînê de ne. Di serê hefteyê de Pompeo li Tokyoyê bû û di çarçoveya îttîfaqa Quad ê de ya ku Awûstralya, Amerîka, Hindistan û Japonya tê de hevparin, weha got:
“Hindistan dizane ku 60 hezar leşkerên Çînê li ser sînorê wê yê bakûrin.”
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Pompeo berya tevlî civîna Tokyoyê bibe bangê li welatên herêma İndo-Pasifik kir da li hemberê xebatên tehdîdkar yên leşkerî derên û weha dewam kir:
“Dinya demekî dirêje di bin tehdîda Çînê de ye. Divê niha em li ser vê mijarê ji dil rawestin. Eger hun qelsiyê bikin, hun ê bersiva xwe bistînin.”