Cîhan
Çîn: Amadekariyên hevdîtina Xi-Modi dewam dike
PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Çînê Mao Ning ragihand ku amadekariya hevdîtina serokê Çînê Xi Jinping û serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi ya ku dê di civîna 18 carî ya BRICSê de li Yeni Delhiyê bibe dewam dike.
Mao, îro di civîna çapemeniyê de ragihand ku berê her dû lîder di civîna Kazanê ya 2024an de, di ya Tinajinê ya sala 2025an de û îsal jî dê civîna xwe ya sêyem de werin cem hev.
Berdevk ragihand ku her dû dostên cîran desteka hev ya ji bo serkeftinê dikin, li gor staretejiyekî tevdigerin, bi nêrînekî dûr li mijaran dinêrin, dan û sitendina xwurt dikin, hevkariyê firehtir dikin û dixwazin di heman babetan de têkiliyan pêşdetir bixin.