TR KU SO
FB X
Cîhan

Çîn: Bila Amerîka, li biryarên me sas nemîne

Ruken güler
Nivîskar
📅 10 tebax 2022 18:38

PeyamaKurd- Ji Wezareta Karên Derve ya Çînê daxuyaniyeke li ser têkiliyên Çîn û Amerîkayê hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê êdî rayedarên Amerîkayê, li biryarên Çînê şaş nemînin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Çînê Ma Zhaoxu ve hat dayîn de rasterast têkiliyên ji niha û pê ve yên ligel Amerîkayê hatin nirxandin.

Hat ragihandin ku çend biryarên li dijî Amerîkayê hatine dayîn û pê re jî hat gotin ku ‘piştî binpêkirina yekparçeyiya axa Çînê, bila êdî Amerîka li biryarên me, şaş nemîne.’ Bi vê pênaseyê re jî hat zanîn ku dê têkiliyên Çîn û Amerîkayê hîn aloztir bibin.

“Serdaneke bêkêr bû”

Zhaoxu, di dewama daxuyaniya xwe de serdana Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi jî nirxand û ji bo vê serdanê got,

“Ev serdan, şeqlebaniyeke bêkêr û provokasyoneke neyetxirab e.”

Piştî serdana Pelosi ya Taywanê, Çînê ragihandibû ku Amerîkayê yekparçeyiya Çînê binpê kiriye û ji ber vê yekê jî civînên girîng ên li ser berevanî û leşkerî yên ligel Amerîkayê betal kiribû.

Parve bike: