Cîhan
Çîn: Em dixwazin têkliyên bi Amerîkayê re bastir, sasfêmkirin jî kêmtir bin!
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi berî hevdîtina xwe ya îro Înê ya li Washingtonê bi Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken re ragihand ku ew dixwazin têkiliyan wan bi Amerîkayê baştir bibin.
Wang Yi got ku Pekîn wê bi rêya diyalogê ligel Waşingtonê têgihîştinê zêde bike û şaşfêmkirinê jî kêm bike.
Herwiha Wang diyar kir ku bihêzbûn ne ji bilindbûna dengê bilind e, ya girîng Çîn û Amerîka li gorî yasayên navnetewî û prensîbên bingehîn tevbigerin.
Li aliyê din Blinken jî got ku ew li ser gotinên hempîşeyê xwe hemfikre û diyar kir, “Em li bendê ne nîqaşê di nava 2 rojên pêş de çêker be.”
Hêjayî gotinê ye, Pekîn û Washington di van demên dawî de hewil didin têkiliyên xwe bi serdanên dubare yên nûnerên her du hikûmetan baştir bikin.