TR KU SO
FB X
Cîhan

Çîn: Êrîs, ji xweparastina rewa derketin!

Ruken güler
Nivîskar
📅 16 cotmeh 2023 00:30

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi, bi hemkarê xwe yê Erebîstana Siûdî Feysel Bin Ferhan El Siûd re bi têlefonê axivî û diyar kir ku êrîşên Îsraîlê ji çarçoveya xweparastina rewa derketine.

Di derbarê axaftina herdu wezîran de ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Çînê ve daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin:

“Wezîrê Karên Derve Wang Yî, bi Wezîrê Karên Derve yê Erebîstana Siûdî Feysel re bi telefonê axivî. Wang Yi got ku Çîn li dijî hemû kiryarên ku zirarê didin sivîlan e ji ber ku wijdana bingehîn a mirovî û pîvanên bingehîn ên hiqûqa navneteweyî binpê dikin, ew Îsraîlê şermezar dikin."

Parve bike: