TR KU SO
FB X
Cîhan

Çîn ji DYA re got: Tehdîdên ser Kubayê rawestîne û givaşên serê biqedîne

Admin M
Nivîskar
📅 31 tîrmeh 2026 23:32

PeyamaKurd – Wezareta kar û barên derve ya Çînê bang li Amerîkayê kir û got:

“Li dijî Kubayê tehdîdên bikaranîna hêzê rawestîne, givaş û ablûka yekalî bi dawî bike.”

Li gor ragihandina Global Timesê; berdevkê wezareta karên derve yê Çînê Mao Ning, li Pekinê di civîna çapemeniyê de bersiva gotinên ku wê DYA li dijî Kubayê operasyonan bike da. Berdevk Mao, ji Çînê re banga li jorê kir.

Mao got ku wê Çîn Kubayê ji bo desthilata wê destek bike, wê desttêwerdana ji derve ya Kubayê dê qebûl neke û wê Çîn ji bo parastina edaleta navdewletî bi temamê terefan re bixebite.

Wezîrê karên derve yê Kubayê Bruno Rodriguez di 7ê Temmûzê de di daxwuyaniya xwe de gotibû ku DYA ablûka daniye ser Kubayê, ablûka tevgerekî şere û ev jî tê vateya ku DYA dixwaze ‘xelkê Kubayê bi dizî bifetisîne.’

Parve bike: