TR KU SO
FB X
Cîhan

Çîn ji Panama re got: "Divê têkiliyên me ji aliyên terefên sêyem de nên xerabkirin”

Admin M
Nivîskar
📅 27 gulan 2026 20:30

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Çînê Vang Yi, piştî di lîmanên Panama de dest danîn ser malên Çînê, ji hemkarê xwe yê Panama re got ku divê têkiliyên her dû dewletan ji ber terefên sêyem têkiliyan dikin armanc, divê ew pêwendî xerab nebin.

Vang, bang li Panamayê kir û got ku divê têkiliyên her dû welatan bi awayekî baş bimeşin û nehêlin ji derve de mudaxeleyê têkiliyan bikin.

Wezîrê karên derve yê Çînê Vang Yi, esas axaftina xwe li ser hebûna desthilata Çînê ya di Kanala Panamayê de ku serokê DYA Trump li serê munaqeşeyê da destpêkirin, peyamê da.

Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Çînê; wezîr Veng di wexta serokatiya mehane ya Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekgirtî sitend aliyê xwe, bi hemkarê xwe yê Panamayê bi Javier Martinez-Acha re hevdîtin kir.

Biryara desteserkirina lîmanên Çîne ji aliyê dadgehê de û ku paşî rêvebiriya Panamayê dest danî ser malên di lîmanan de, têkiliyên di navbera her dû welatan de sar bûbûn.

Parve bike: